Îran zirarê dide deverê

Îran pêbendî rêkeftin û qanûnan nabe.
کوردستان TV
100%

Devera Qeladizê rastî kêşeya kêm aviyê hatiye.

Jiber siyasetên rejîma Îranê yên bo bikar anîna avê weke karteke siyasî dijî Kurdistanê, devera Qeladizê ku, zêdetir ji 100 hezar kes têde nîştecîhne rastî kêşeya kêm aviyê hatiye.

Îran weke her car ava Zêya biçûk yaku, dihereke Kurdistanê bi rêya bendava Kolese ya li Serdeştê qut kiriye û ev yek jî bûye sedema kêm bûna ava vexwarinê li devera Qeladizê û herwiha gelek berhemên çandiniyê jî jiber nemana avê ji nav çûne.

Rixmî hewldan û danûstandinên heyî yên bo berdana avê, lê rejîma Îranê pêbendî qanûn û rêkeftinan nabe û bi awayeke dilxwaz li hember vê mijarê tevdigere û devera han rastî kêşeyên mezin kiriye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.