Kompaniya DNO dest bi çalakiyên xwe kir

petrola han bo dabîn kirina pêdiviyên navxweyî tê bikaranîn.
کوردستان TV
100%

Jiber biryara dadgehê çalakiyên xwe rawestandibû.

Kompaniya petrolê ya Norvêjî DNO daxuyaniyek belav kiriye û di daxuyaniya han de behsa vê yekê kiriye ku, çalakiyên xwe yên bo hêlbirîn û berhem anîna petrolê li Kurdistanê de dubare daye destpê kirin.

Di daxuyaniya DNO de hatiye diyarkirin ku, petrola berhem hatî vê li ser asta navxwe ya Kurdistanê û Îraqê de were bikaranîn û bo dabîn kirina pêdiviyên navxweyî ya Kurdistan û Îraqê dibe.

Weke tê zanîn piştî biryara dadgeha tehkîmê ya navnetewî ya derbarê petrola Kurdistanê de DNO çalakiyên xwe yên li Kurdistanê rawestandibû.

Nûçe Kurdistan Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.