Du endamên PDKS hatin revandin

daxwaz ji civaka cîhanî tê kirin pêşiya binpê kirina mafên mirovan bigire.
کوردستان TV
100%

Daxwaza azad kirina wan du endamên PDKS tê kirin.

Li gor zaniyariyên berdest di rojên derbasbûyî de du endamên partiya demokrata Kurd / Sûriye ( PDKS) hatine revandin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyare.

Hevdem ENKS jî daxuyaniyek li ser vê mijarê belav kiriye û daxwaza azad kirina demûdest ya wan her du endamên kiriye û daxwaz ji saziyên cîhanî û navendên mafên mirovan jî kiriye ku, bo vê mebestê bikevin tevgerê û pêşiya binpê kirina mafên mirovan li Rojavayê bigirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.