Bo cara ewil rayedarên leşkerî yên ev du welatan civiyan

beriya çend mehan Îran û Siûdiye rêkeftinek îmze kiribûn.
کوردستان TV
100%

Li Rûsyeyê civiyane û giftûgo li ser rewşa deverê kirine.

Bo cara ewil rayedarên leşkerî yên Siûdiye û Îranê civiyan.

Di civîna ku, li Moskowayê hatiye lidar xistine de Cîgirê wezîrê berevanî yê Siûdiye û Cîgirê Fermandarê giştî yê hêzên leşkerî yê Îranê di çarçoveya beşdarî kirin di civîna ewlekarî ya li Rûsyeyê de civiyane.

Di civînê de her du aliyan giftûgo li ser rewşa deverê û rewşa komên çekdar yên ser bi welatên xwe li deverê de kirine û tekez li ser domandina civînên xwe kirine.

Weke tê zanîn beriya du mehan Siûdiye û Îran bi Organîzatoriya Çînê rêkeftinek bo normal kirina têkiliyên xwe îmze kirin û hêdî hêdî dest bi normal kirina têkiliyên xwe kirin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.