Dibêje piştîvaniya aştiya navbera Îsraîl û Siûdiyeyê dikin.
Cîgirê Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê Wdant Patel ragihand ku, raste di navbera Amerîka û Îranê de danûstandinên ne raste rast hene lê ev danûstandinên han ne bo bernameya etomî ya Îranê anjî rêkeftin li ser vê bernameyêne belku, ev danûstandinên han tenê bo azad kirina welatiyên Amerîkî yên ku, li Îranê girtîne têne meşandin.
Wdant Patel eşkere kiriye ku, derbarê bernameya etomiya Îranê de Amerîka û Îran ji hev gelek dûrin û rêkeftin di navbera wan de nemimkune.
Nav hatî tekez li ser vê yekê jî kiriye ku, Amerîka bi tevahiya hêza xwe ve piştîvaniya aştiya navbera Îsraîl û Siûdiyeyê de dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin