Tekez li ser bihêztir kirina dostatiya navbera gelê Kurd û eşîreta Şemer hate kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê eşîreta Şemer civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Serokê eşîreta Şemer birêz Şêx Mane Hemêdî Deham Elhadî kir.
Di civînê de ku, birêz şêx Mehmûd Hemêdî Deham Elhadî jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê têkiliyên dostane yên di navbera eşîreta Şemer û gelê Kurd de kir û tekez li ser pêşde birin û bihêztir kirina têkiliyên han û bihêztir kirina dostatiya navbera pêkhateyên cuda yên li deverê de kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin