Mesrûr Barzanî: Lazime dawî bi guhertina demogirafiya deverê were anîn

behsa rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêmê hate kirin.
کوردستان TV
100%


Serokwezîr li gel Organîzatorê karûbarên balyozxaneya Franeyê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Organîzatorê karûbarên balyozxaneya Franseyê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Organîzatorê karûbarên balyozxaneya Franseyê li Îraqê birêz Jean Christophe kir.

Me giftûgo derbarê pêşhatên dawî, rewşa giştî ya Îraqê û kêşeyên di navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî de kir û tekez li ser pêdiviya parastin û rêz girtin ji mafên destûrî yên gelê Kurdistanê li ser esasê rêkeftinan û destûrê kir.

Herwiha me giftûgo derbarê reformên kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê û girîngiya lidar xistina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di dema diyarî kirî ya xwe di 25ê Sibata sala pêş de û rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêmê û pêdiviya dawî anîn bi pêla guhertina demografiya wan deveran kir.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.