Di merasîmê de gotarek jî pêşkêş kir.
Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdariya merasîma xelat kirina Xwendekarên yekem yên Kurdistanê kir.
Di merasîmê de piştî pêşkêş kirina xelatan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek jî pêşkêş kir.
Di destpêka gotara xwe de Serokwezîr bi minasebeta 77 saliya damezrandina PDK û roja ji dayikbûna Serok Barzanî, pîrozbayî li Serok Barzanî, girseya PDK û gelê Kurdistanê kir.
Pişt re Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, gelek kêfxweşe îro Xwendekarên yekem xelat dike û li gel wane û ji vê jî zêdetir tişta ku, wî gelek kêfxweş kiriye, amadebûna Xwendekarên Kerkûkê di vê merasîmê deye.
Serokwezîr di berdewamiya gotara xwe de rixmî pîrozbayî kirin li Xwendekaran û kesûkarên wan, hevdem spasiya Mamosteyan jî kir û ragihand ku, Mamosteyên Kurdistanê di pêgehandina nibişên nû de xwedan roleke gelek girîng û dîrokîne û di qonaxên derbasbûyî de jî bi taybetî di qonaxên dijwar de Mamosteyên Kurd nehêştine prosesa perwerdehiyê rastî astengiyan were, lewre em spasiya Mamosteyên Kurdistanê dikin û rol û xebata wan bilind dinirxînin.
Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, weke hikûmet girîngiyeke taybet bi kerta xwendin û perwerdehiyê didin û pêşeroja Kurdistanê jî girêdayî asta xwendina nibişên nûye û lazime nibişên wisa werin pêgehandin ku, bikaribin li gor pêdiviyên serdemê bersifa daxwazên civakê bidin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin