Peyama pîrozbayî ya Cîgirê Serokê partî Mesrûr Barzanî bo bîranîna 16ê Tebaxê

îro 77mîn salvegera damezrandina partiya demokrata Kurdistanê ye.
کوردستان TV
100%

Mesrûr Barzanî bo 77 saliya damezrandina partiya demokrata Kurdistanê peyamek belav kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye:

Di 77mîn salvegera damezrandina partiya demokrata Kurdistanê û salvegera ji dayikbûna Serkirde û Rêberê nîştimanî cenabê Serok Mesûd Barzanî, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî cenabê Serok, tevahiya endam, alîgir, dostên partiya demokrata Kurdistanê, malbet û kesûkarên serfiraz yên şehîd û enfalkiriyan, pêşmergeyên qehreman yên Kurdistanê û tevahiya Kurdistaniyên nîştimanperwer dikim.

16ê Tebaxê tenê ne salvegera damezrandina partiyeke kevnar û pêşeng ya Kurdistaniye bi Rêberatiya bavê Rihê netewî ya me Mistefa Barzaniye, belku, hemdem bîranîna debistaneke mezin û biheybet ya Kurdatî, nîştimanperwerî xwe neçemandin û berevanî kirine ji mafên reva yên gelê Kurdistanê bi tevahiya pêkhateyên cuda cuda ku, heta niha jî berdewame li ser xebat, qurbanîdan û têkoşîn û hertim di eniya herî li pêş ya berevanî kirin ji pêgeh, xak û mafên gelê Kurdistanê ye.

Partî hizba dayik û şoreşên mezin û destkeftiyên mezine, xwedan dîrokeke tîje ji serfirazî, serwerî û Serokekî pêşmergeye ku, jiyan û temena xwe bo berevanî kirin ji keramet, serfiraziya gel û nîştiman û şikoya Kurdistanê terxan kiriye.

Partî ti carî hizbeke deverek anjî navçeyeke diyarî kirî ya Kurdistanê nebûye belku, ji roja damezrandinê ve tevahiya sînorên navçeyî derbas kiriye û bûye tevgereke girseyî ya Kurdistanî û berevanîkarê bihêz ya destkeftiyên nîştimanî, buhayê azadî, demokrasî û Parêzerê bihevre jiyana li Kurdistanê ye.

Partî hizba li estû girtina berpirsiyartiyên mezin û bihêz ragirtina îradeya Kurdistaniyane û heta îro berdewame li pêşengî û pêşrewayetî kirina xelkê Kurdistanê bo parastina pêgeha nîştimanî û destûrî ya herêma Kurdistanê û pêşxistin û geşe pêdana karwana awedanî û wejandina Kurdistanê.

Di vê bîranîna bi heybet de birêzdarî û wefadarî ve damezrênerê partî, Rêberê dîrokî û bavê rihê Netewî ya xwe Mistefa Barzanî û Serkirdeyê şehîd Îdrîs Barzanî û tevahiya şehîdên rêya azadiya Kurdistanê bi bîr tînin.

16 Tebaxê li tevahiya Kurdistaniyan pîroz be

Cîgirê Serokê partiya demokrata Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.