Biryar daye benzînê nede Îranê.
Li gor çapemeniya Îranî, piştî gote gotin lihev kirina Amerîka û Îranê ya derbarê lihev veguhastina dîlan û azad kirina pereyên bloke kirî yên Îranê ji aliyê Amerîkayê ve, Rûsye siyaseta xwe ya li hember Îranê guhertiye.
Çapemeniya Îranê diyar kiriye ku, Rûsye biryar daye ji niha û pêde benzînê nefiroşe Îranê.
Rûsye bi vê yekê jî ranewestaye û daxwaz ji du welatên hevpeymanên xwe Tirkmenistan û Ozbekistanê jî kiriye ku, bi ti awayî benzînê nedin Îranê.
Ji aliyeke din ve li Îranê qirîza benzînê û buha bûna benzînê destpê kiriye û ev jî bûye sedema dilgiraniya xelkê vê welatî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin