Çend projeyên girîng vedike.
Êwara îro duşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî serdana Dihukê, çû îdareya serbixwe ya Zaxoyê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya vê serdana han de vê çend projeyên girîng yên xizmetgozarî û torîstîkî li Zaxoyê veke ku, yek ji wan projeya torîstîkî ya Kornîşa Delal ya Zaxoyê ye.
Herwiha vê Serokwezîr serdana sûka kevin ya Zaxoyê ku, karên nûjen kirinê bi dawî hatine bike.
Her di çarçoveya heman serdanê de vê Serokwezîr li gel rayedarên îdareya serbixwe ya Zaxoyê jî bicive û ji rewşa deverê bipirse.
Di merasîma vekirina Kornîşa Delal de Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotareke kurt jî pêşkêş kir û ragihand ku, berdewam dibin li ser xizmet kirin û cîhbicîh kirina projeyên curbicur li Kurdistanê de.
Serokwezîr jiber vekirina vê projeya han pîrozbayî li xelkê Zaxo û Kurdistanê kir û spasiya bêhnfirehiya xelkê Zaxoyê jî kir û hêviya vê yekê jî xwest ku, li Kurdistanê projeyên din yên bi vê rengî werin cîhbicîhkirin.
Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku, vê li ser rûbara Xabûrê jî bendaveke din were avakirin, jiber ku, dever gelek girînge û em dixwazin zêdetir xizmeta vê bajar û şêniyên bajarê bikin.
Zaxo deriyeke mezine bo Kurdistanê, rêya sereke ya Kurdistanê bo cîhanê lewre lazime zêdetir xizmeta vê deverê were kirin. Me gelek hewl da ku, projeyên zêdetir cîhbicîh bikin lê jiber hin kêşe û arîşeyan hinek ji wan projeyan heta niha nehatine cîhbicîhkirin, em li ser sozên xwe berdewamin û projeyên din jî vê werin cîhbicîhkirin û em spasiya piştîvaniya we bo hikûmeta herêma Kurdistanê dikin.
Serokwezîr di beşeke din ji gotara xwe de behsa danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û ragihand ku, şanda me gelek caran serdana Bexdayê kir û li gel aliyên têkildar yên li Bexdayê giftûgo kir û rêkeftin hate kirin lê Bexda hîn jî kêşeyan çê dike û pêbendiyên xwe cîhbicîh nake. Lê danûstandinên me berdewamin û di rojên pêş de dîsa şand diçe Bexdayê û bo şandina par û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê civîn û hevdîtinên xwe li gel rayedarên bexdayê didomîne.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku, nabe Bexda mijara bûdce û mûçeyê bike kartek û bo meramên siyasî bikar bîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin