Serokwezîr pêşwaziya her du Fermandarên berê û yê niha yên hêzên hevpeymanan kir.
Îşev Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel pêşwaziya şandeke hevpeymaniya cîhanî kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro danê êwarê me pêşwaziya şandeke bilind ya Fermandehiya hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê kir ku, ji her yek ji Fermandarê berê yê hevpeymanan birêz Jeneral Matthew McFarlane û Fermandarê nû yê hêzên hevpeymanan birêz Joel Vaul pêk hatibû.
Me spasiya jeneral McFarlane kir bo hewl û xizmetên wî yên di dema pîwerdariya xwe de û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.
Herwiha jiber destbikar bûna wî weke Fermandarê nû yê hêzên hevpeymanan me pîrozbayî li Jeneral Joel Vaul kir û tekez li ser her cure piştîvanî û hevkariyeke hikûmeta herêma Kurdistanê bo ser xistina pîwerdariya wî kir.
Mijareke sereke ya civîna me taybet bû bi berdewam bûna prosesa reformên nava wezareta pêşmerge û nehêştina kêşe, kêmanî û astengiyên berdem yekxistina hêzên pêşmerge û nehêştina her cure destwerdaneke hizbî di nava wezareta pêşmerge de.
Rewşa Îraqê bi giştî û pêşhatên rûbirû bûna gefên terorîstên DIŞIê li Îraq û Sûriyeyê beşeke din ji giftûgoyên me bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin