Serokwezîrê Kurdistanê spasiya balyozê Kanadayê dike.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Kanadayê yê li Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê Kanadayê yê li Îraqê birêz Gregory Galligan kir ku, jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya xwe serdana me kiribû.
Me spasiya balyozê Kanadayê kir bo hewldanên wî yên bo pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Kanadayê û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.
Balyozê Kanadayê jî rêzdariya xwe li hember hemahengî û hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê li gel balyozxaneya Kanadayê diyar kir.
Girîngiya lidar xistina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di dema diyarî kirî de, çareser kirina kêşeyên navbera herêm û hikûmeta federalî û dabîn kirina mafên destûrî yên herêma Kurdistanê mijarên din yên vê civîna me bûn ku tê de birêveberê nivîsîngeha balyozxaneya Kanadayê birêz Tomy Umez jî têde beşdar bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin