Sporçiyeka Kurd hate ceza kirin

sala 2019an jî hatibû girtin û çalakiyên werzişî jî jê re hatine qedexekirin.
کوردستان TV
100%

Vê 1 sal bikeve girtîgehê.

Dadgeha rejîma Îranê ceza da Sporçiyeka Kurd bi navê Mesûme Silêmanî.

Dadgeha rejîma Îranê bi hinceta ku, ev werzişvana Kurd hana xelkê daye bo kirb û kînê, vê darizandiye û 1 sal cezayê girtîgehê bi ser vê de sepandiye.

Mesûme Silêmanî xelkê bajarê Xoremawa ya li parêzgeha parêzgeha Loristanê ye.

Mesûme ku, heta beriya 2019an beşdarî di çend misabêqeyên cîhanî de kiribû û xelatên baş jî bidest anîbû, sala 2019an ji aliyê rejîmê ve hatibû girtin û piştî demekê hatibû azadkirin û ji vê salê ve werzişkirin û çalakiyên werzişî jê re hatine qedexekirin.

Nûçe Kurdistan Spor

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.