Rayedarekî Pentagonê behsa reformên nava hêzên pêşmerge dike.
Rayedarekî wezareta berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) di dema hevdîtinên navbera şanda wezareta berevanî ya Îraqê û rayedarên wezareta berevanî ya Amerîkayê de qala hêzên pêşmerge kiriye.
Ev rayedarê wezareta berevanî ya Amerîkayê ragihandiye ku, hêzên pêşmerge bo Amerîkayê gelek girîngin û Amerîka li ser yekxistina hêzên pêşmerge û parastina wan ji destwerdanên siyasî biîsrare û Amerîka bi eşkere ev yek jî ji rayedarên herêma Kurdistanê re gotiye.
Ev rayedarê Amerîkî herwiha gotiye Amerîka berdewam dibe li ser hevkarî kirin û piştîvanî kirina hêzên pêşmerge û lazime hikûmeta Îraqê û wezareta berevanî ya Îraqê jî bi heman awayî hevkariya hêzên pêşmerge bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin