Ev navend li Rojhilatê Sûriyeyê ye.
Li gor nûçeyeke ajansa sputnik ya Rûsî, îro şemî danê sibê bi mûşekan êrîşî ser navenda Konîko ya hêzên Amerîkî ya li Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin.
Çavkaniyê diyar kiriye ku, ev êrîşa han bi 3 mûşekan pêk hatiye û piştî êrîşê jî hêzên Amerîkî û hêzên HSD çûne deverê û dronên Amerîkî jî ji esman ve dest bi çavdêrî kirina deverê kirine.
Heta niha Amerîka li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin