Sendoqeke taybet bi xwedan pêdiviyên taybet tê damezrandin
Îro civata wezîran bi Serkatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî bi dawî hatina civînê Serokwezîr li ser rûpela xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.
Di civînê de ku, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, nîqaş li ser encamên serdana dawî ya şanda hikûmeta herêma Kurdistanê bo Bexdayê hate kirin ku, taybet bû bi giftûgo kirin li ser bernivîsa proje qanûna petrol û gaza federalî bi hevbeşî di navbera hikûmeta federalî û hikûmeta herêmê û parêzgehên Îraqê yên berhemhênerên petrol û gazê, li gor xalên destûrî yên taybet bi petrol û gazê.
Rixmî ku, me tekez kir lazime ev nîqaş û nirxandinên han li ser esasê Îraq federalî li ser bingehê madeyên destûrî yên taybet bi petrol û gazê bi erê kirina hikûmeta federalî, hikûmeta herêma Kurdistanê û parêzgehên berhemhênerên petrol û gazê bin, hevdem rengvedana zagonên sîstema federalî ya Îraqê be weke ku, di destûrê de behsa vê hatiye kirin.
Me ev yek dubare kir ku, lazime rêz ji wan rêkeftinan were girtin ku, di navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî de yên taybet bi mafên destûrî yên herêma Kurdistanê hatine îmzekirin were girtin.
Civata wezîran jî tekez li ser girîngiya hebûna qanûna petrol û gazê li ser asta Îraqê kir bi mercek ku, li gor bingehên rêkxistina vê kerta han û sîstema federalîya Îraqê be weke ku, di destûrê de behsa vê hatiye kirin.
Di rojeva duyem ya civînê de wezîra kar û karûbarên civakî Kiwêstan Mihemed bernivîsa proje qanûna sendoqa çavdêrî û karînên kesên kêm endam û bêjin kurt pêşkêş kir ku, li gor yasaya hijmara 22 ya sala 2011an hatiye amadekirin û armanc jê dest bikar kirina sendoqa hane daku, dahata bidest xistî ya vê warî têde were komkirin û careke din di vê kertê de were xerckirin bo pêşkêş kirina xizmetgozariyên pêwîst bi wan kesên kêm endam, xwedan pêdiviyên taybet û bijên kurt bi rêya çavdêrî kirin û bikar anîna karînên wan kesan û piştîvanî kirina wan di tevahiya waran de bi taybetî abûrî, civakî, perwerde, tendirostî, hînkarî li gor programa amadekirî û civatek jî bo îdare kirina sendoqê were damezrandin ku, ji nunerên saziyên kêmendaman û xwedan pêdiviyên taybet û bêjin kurtan pêk hatibe û ev jî weke aliyên têkildar yên hikûmetê xwedan mafê biryar dayîn di vê warî de bin.
Piştî giftûgoyeke berfire civata wezîran bi piraniya dengan ev bernivîsa han pejrand û wezareta kar û karûbarên civakî hate pîwerdarkirin daku, bi hemahengî Ii gel wezaretên din yên têkildar û saziyan piştî ketine meriyeta vê qanûnê, rêkarên pêwîst bistînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin