Îraq komîteyeke taybet ava dike

vê ev komîte li gel Qeter û Tirkmenistanê danûstan bike.
کوردستان TV
100%

Taybete bi hawirde kirina gazê ji welatên din.

Wezareta elektirîkê ya Îraqê daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye ku, hikûmet û wezaret berdewamin li ser hewlên xwe yên bo kêm kirina hawirde kirina gazê ji Îranê û dabîn kirina gaza pêwîst bo dabîn kirina elektirîka Îraqê.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, hikûmet biryara ava kirina komîteyeke taybet daye û karê vê komîteya han lêkolîn û hewldan dibe bo hawirde kirina gaz bo Îraqê ji her du welatên Qeter û Tirkmenistanê.

Biryare ev komîte di demeke nêz de piştî lêkolînên seretayî, dest bi danûstandinên xwe yên li gel aliyên Qeterî û Tirkmenistanî bike.

Weke tê zanîn Îran jiber deyinên xwe car car henardeya gazê bo Îraqê kêm dike û ev yek jî dibe sedema çê bûna kêşeyên mezin di prosesa dabîn kirina lektirîkê li Îraqê de lewre Îraq dixwaze xwe bigehîne astek ku, pêdiviya xwe bi gaza Îranê nemîne.

Rojhilata navîn Îraq Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.