Şandeke Îraqî li Amerîkayê ye.
Şanda wezareta berevanî ya Îraqê yaku, bi Serokatiya wezîrê berevanî ya Îraqê Sabit Ebasî li Amerîkayê ye, civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên wezareta berevanî ya Amerîkayê didomîne.
Di civînên duhê yên di navbera rayedarên wezareta berevanî ya Îraqê û Amerîkayê de, behsa hevkarî û hemahengiya leşkerî û ewlekarî ya di navbera her du aliyan de hatiye kirin û her du tekez li ser domandin û berfiretir kirina hevkariya han kirine.
Şanda Îraqî vê li gel rayedarên wezareta derve ya Amerîkayê jî bicive û di civînan de behsa têkiliyên navbera Îraq û Amerîkayê were kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin