Duhê çekdarên rejîma Îranê êrîşî ser wan kirine.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku, duhê hêzên rejîma Îranê li navçeya Newsûd ya li Hewramanê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine û di encama vê êrîşa han de 8 Kolber birîndar bûne.
Hengawê eşkere kiriye ku, yek ji wan Kolberan jiber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest daye.
Navê Kolberê ku, canê xwe ji dest daye, Aso Kerîmiye, xelkê bajarê Paweye.
Nav hatî temen 39 sal bûye û dema birîndar dibe hewl dide xwe rizgar bike lê jiber ku, xwîneke zêde jê çûye di nava baxeke devera Şoşmê de ketiye erdê û canê xwe ji dest daye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin