Îraq daxwazeke Îranê red kir

Îraq rê nade tirimbîlên Îranî dema Erebeînê derbasî Îraqê bibin.
کوردستان TV
100%

Îran gotibû bawermendên Îranî dikarin bi tirimbîlên xwe biçin Îraqê.

Piştî nûçeya çapemeniya Îranê ya li dor vê yekê ku, hikûmeta Îraqê rê daye bawermend û oldarên Îranî yên ku, bo beşdariya Erbeînê dixwazin biçin Îraqê, dikarin bi tirimbîlên xwe serdana Îraqê bikin, duhê êwarê wezareta veguhastina Îraqê ev yek red kir.

Di daxuyaniya wezareta veguhastinê ya Îraqê de hatiye eşkere kirin ku, rê nayê dawîn bawermend û oldarên Îranê dema bo beşdarî kirin di merasîmên Erbeînê de diçin Îraqê tirimbîlên xwe yên Îranî jî li gel xwe bibin.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.