Duhê bişev Tirkiye ev devera han topbaran kiribû.
Peyamnêrê me yê li devera Amêdiyê ragihand ku, duhê direngiya şevê artêşa Tirkiyeyê hin navçeyên ser bi Amêdiyê ve topbaran kiriye.
Peyamnêrê me eşkere kir ku, di dema topbarana han de topek li ser banê xaniyê şêniyekî gundê Guherizê ketiye erdê.
Li gor zaniyariyan ti zirarên canî yên vê bûyerê nebûne lê zirarên mezin yên madî ber xaniyê ketine û şêniyên gundê jî ji vê rewşa han bifikarin û ditirsin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin