Dibêje bilez ji Libnanê derkevin.
Wezareta derve ya Siûdiyeyê daxuyaniyeke belav kiriye û derbarê aloz bûna rewşa Libnanê de huşdarî daye welatiyên xwe.
Siûdiye daxwaz ji welatiyên xwe kiriye daku, bilez ji Libnanê derkevin û ewin ku, nikarin bilez ji vê welatî derkevin, lazime baldar bin û xwe nêzî cîh û deverên ku, têde alozî û pevçûn hene nekin.
Siûdiye herwiha diyar kiriye ku, ji niha û pêde seferên welatiyên Siûdî bo Libnanê yên bi mebesta torîzimê heta demeke nediyar hatine qedexekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin