Li Parêzgeha Enbarê hatine dîtin.
Komîteya taybet bi karûbarên şehîdan ya Îraqê ragihandiye ku, lêkolînên wan li ser gorên bikomî li Îraqê berdewamin û di vê çarçoveyê de karîne li parêzgeha Enbarê 4 gorên bikomî yên nû bibînin.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, ev gorên han mimkune yên serdema DIŞIê anjî yên serdema rejîma Besê bin, lê heta niha ev yek nehatiye eşkerekirin û piştî vekirina wan goran û cerbandinên pêwîst yên nûjdarî vê eşkere bibe ev gorên han yên serdema DIŞIê ne anjî yên serdema Sedam.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin