Amerîka leşkerên xwe di nava keştiyan de bicîh dike

Amerîka li hember Îranê ev gava han davêje.
کوردستان TV
100%

Ev keştiyên han keştiyên bazirganîne.

Li gor nûçeyeke ajansa Associatedpress hikûmeta Amerîkayê biryar daye daku, ji niha û pêde leşkerên xwe di nava keştiyên bazirganî de yên ku, di nava girava Hormuzê de hatûçû dikin bicîh bike.

AP li ser zarê çend rayedarên Amerîkî belav kiriye ku, Amerîka bi mebesta parastina ewlekariya wan keştiyan û parastina ewlekariya locistîkî biryar daye daku, di nava keştiyên bazirganî de leşkerên xwe bicîh bike.

Ev rayedarên Amerîkî diyar kirine ku, ev pêngava Amerîkayê bo pêşî girtin ji liv û tevgerên Îranê yên bo rawestandina keştiyên bazirganiye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.