Derbarê 9 saliya komkujiya Şingalê de peyamek belav kir.
Îro 3 Tebaxê Serok Barzanî bo 9 saliya komkujiya Şingalê peyamek belav kir ku, ev jî naveroka vê peyama hane;
Bi navê xwedê mezin
Piştî derbas bûna 9 salan bi ser komkujiya Şingalê de mixabin hîn jî birînên Şingalê nehatine pêçan, azar, elem û aware bûna xuşik û birayên Êzidî hîn jî didome. Rêkeftina Şingalê ya di navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî bo normal kirina rewşa Şingalê, vegera awareyan baştirîn çareseriye bo ku, dawî bi wan êş, elem û azarên xelkê Şingalê were anîn, lê cîhê pirsiye ku, çima heta niha hikûmeta federalî ya Îraqê nikariye rêkeftina normal kirina rewşa Şingalê cîhbicîh bike? Heta kengî hikûmeta Îraqê derfet dide bi wan hêzan ku, li berdem cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê de astengin?
Di vê bîranîna han de gelê Kurdistanê li bendê vê yekê ye ku, civaka cîhanî û welatên din weke Almanya û Brîtanyayê bi fermî komkujiya han weke genocide qebûl bikin û herwiha bi fermî kîmiyabaran kirin û proseya enfalê û tevahiya tawanên din ku, li hemeber gelê Kurd hatine kirin weke genocide binasin.
Di 9mîn salvegera karesata Şingalê de silav bo rihê paqêj yê şehîd û qurbaniyên vê tawana han dişînin, rola hêzên pêşmerge yên Kurdistanê ku, dîrokeke lehengî tomar kirine bo azad kirina Şingalê û bi xwîna xwe Şingalê rizgar kirin û întîqama Şingalê ji terorîstan stendin, bilind dinirxînin.
Mesûd Barzanî
3 Tebaxa 2023an
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin