Serokwezîr li gel wezîrê berevanî yê Estoniyayê civiya.
Îro çarşem 2ê Tebaxê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîrê berevanî yê Estoniyayê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand:
Îro me pêşwaziya wezîrê berevanî yê Estoniyayê birêz Hanno Pevkur kir.
Di civînê de ku, Cîgirê Serokwezîr birzê Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê û pêşde birina têkiliyên du alî de kir û tekez li ser piştîvanî kirina hêzên pêşmerge di rûbirû bûna terorê û sepandina aştî û ewlekariyê li deverê de kir.
Girîngiya berdewam bûna hevkarî û hemahengiya ewlekarî û leşkerî di navbera her du aliyan de mijareke din ya civîna me bû, bi taybetî rûbirû bûna gefên terorîstên DIŞIê. Di vê derbarê de me spasiya hêzên Estoniyayê kir ku, di çarçoveya hevpeymaniya navnetewî ya dijî DIŞIê de, berdewamin li ser piştîvanî kirina hêzên pêşmerge.
Wezîrê berevanî yê Estoniyayê amadebûna welatê xwe bo pere pêdana hevkarî û hemahengî û domandina piştîvanî kirina hêzên pêşmerge diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin