Li gel vê tîma han 14 miliyon dolar hebûye.
Asayîşa nîştimanî ya Îraqê daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye ku, bi hevkariya hêzên ewlekarî yên Kurdistanê, tîmên me di çarçoveya şerê dijî qaçaxçî û bazirganên diravan de karîne tîmeke mezin ya qaçax kirina diravan binçav bikin.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, karê vê tîma han çê kirina dînarên sextet û firotina wan bi dolar û kom kirina dolaran û şandina wan dolaran bo Îranê bûye.
Asayîşa Îraqê eşkere kiriye ku, di dema vê operasiyonê de hêzên wan dest danîne ser 14 miliyon dolarên Amerîkî jî ku, li cem endamên vê tîma han bûne.
Ev tîma han ji 12 kesan pêk hatiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin