Îsraîl li dijî çekdarên Îranê gaveke nû davêje

dibêje Îran bi rêya wan sînoran çekan bo Xezeyê dişîne.
کوردستان TV
100%

Li ser sînorên Urdinê dîwar awa dike.

Wezîrê berevanî yê Îsraîlê Uaph Gallant ragihandiye ku, Îsraîl neçare li hemer liv û tevgerên komên çekdar yên nêzî Îranê li Xeze û derdorê gavên nû û tund bavêje.

Wezîrê berevanî yê Îsraîlê diyar kiriye ku, Îran û komên çekdar yên nêzî Îranê demeke hewl didin bi rêyên derqanûnî ji sînorên Urdinê ve çek û cebelxane bo Xezeyê bişînin, lewre Îsraîl jî bi mebesta berevanî kirin ji xwe neçare li ser sînorên Urdinê dîwarên nû awa bike.

Beriya du rojan Uaph Gallant behsa vê yekê kiribû ku, artêşa Îsraîlê li ser sînorên Libnanê jî xwe bo rûbirû bûna şer û aloziyan amade dike.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.