Hijmara kuştiyên kempa Eyn Hilve zêde bû

herî kêm 50 kesên din jî birîndar bûne.
کوردستان TV
100%

Heta niha 10 kes hatine kuştin.

Li gor çapemeniya Erebî alozî û pevçûnên di navbera aliyên Felestînî yên di nava kempa Eyn Hilve ya li Libnanê didomin.

Çapemeniya Erebî belav kiriye ku, di encama wan pevçûnan de heta niha herî kêm 10 kes hatine kuştin û 50 kesên din jî birîndar bûne.

Herwiha hate zanîn ku, nîştecîhên kempê jiber pevçûn û aloziyan bi neçarî ji kempê derdikevin û berê xwe didin cîhên din.

Weke tê zanîn roja yekşemê jî di encama wan pevçûnan de Fermandarekî tevgera Fetih hatibû kuştin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.