Di meha Tebaxê de ev tetbîqat tê kirin.
Li gor çapemeniya Erebî biryare her yek ji Çîn û Îmarat di meha Tebaxê de dest bi tetbîqateke hevbeş bo hêzên xwe yên esmanî bikin.
Ev tetbîqata han yaku, di vê mehê de destpê dike vê li Bakûrê Rojavayê Çînê were kirin û têde hijmareke zêde hêzên esmanî yên wan her du welatan beşdar dibin û armanc ji vê tetbîqata han jî berfiretir û bihêztir kirina hevkarî û hemahengiya navbera wan her du welatan deye.
Ev yekem tetbîqata hevbeş ya Çîn û Îmaratê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin