Kuştî û birîndarên rejîmê hene.
Li gor nûçeyeke Elnehar duhê dronên Tirkî êrîşî ser navendeke hêzên rejîma Sûriyeyê ya li ser rêya navnetewî ya M4 li derdorê Helebê kirine.
Di encama êrîşa han de leşkerekî rejîmê hatiye kuştin û herî kêm 6 leşkerên din yên rejîmê jî birîndar bûne.
Ev navenda han ku, rastî êrîşî hatiye li nêzî balefirgeheke leşkerî ya rejîmê ye û dikeve ser rêya navnetewî ya M4 ya li Helebê.
Her duhê dronên Tirkiyeyê êrîşî ser bajarê Til Refetê jî kiribûn û di encama êrîşê de gelek zirarên mezin yên madî çê bibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin