Fermandarekî DIŞIê hate girtin

di sala 2005an de çûye nava tevgerên terorîstî.
کوردستان TV
100%

Li Bexdayê ji aliyê îstîxbarata Îraqê ve hatiye girtin.

Çapemeniya Îraqê li ser zarê rayedarên îstîxbaratî yên vê welatî belav kir ku, Fermandarekî DIŞI li Bexdayê di encama operasiyonekê de hatiye girtin.

Çapemeniya Îraqê diyar kiriye ku, duhê hêzên îstîxbaratî yên Îraqê li Bexdayê dijî wî Fermandarê DIŞIê ku, navê xwe Ebû Harise û Fermandarê eyaleta Qadisiye ya DIŞIê bûye operasiyon kirine û karîne wî binçav bikin.

Hate zanîn ku, nav hatî di sala 2005an ve peywendî bi tevgerên terorîstî ve kiriye û çend salan jî berpirsê çandina mîn û bombeyan bûye li Bexdayê.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.