Li Akrê 32 kes birîndar bûn

tevahiya kesên birîndar Karkerin.
کوردستان TV
100%

Di encama bûyereke hatûçûyê de birîndar bûne.

Peyamnêrê me yê li devera Akrê ragihand ku, çend kêliyên beriya niha jiber bilez ajotinê, mînî pasek li ser rêya navbera Akrê û Dihukê ji kontrol derketiye û qolipiye.

Peyamnêrê me eşkere kir ku, di encama vê bûyera han de 32 kes ku, di nava mînîpasê de bûne birîndar bûne.

Tevahiya kesên birîndar Karkerin û bo çareser kirinê jî bo nexweşxaneyên Dihukê hatine veguhastin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.