Hilbijartin di dawiya îsal de tê kirin.
Komîsyona bilind ya hilbijartinan ya Îraqê ragihand ku, amadekariyên wan bo hilbijartinên herêmî li Îraqê didomin.
Li gor daxuyaniya komîsyonê vê hilbijartin di 18ê meha 12 ya 2023an de werin kirin û di hilbijartinan de herî kêm 24 hevpeymaniyên siyasî beşdarin.
Komîsyonê diyar kiriye ku, ji bilî wan hevpeymanan, di hilbijartinan de bi giştî 359 heta 361 aliyên siyasî jî beşdar dibin û heta niha 287 aliyên siyasî navên xwe nivîsandine û 71 aliyên din jî amadekariyên prosesa nav tomarkirinê bi dawî anîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin