Dawî bi devreyeke leşkerî li Zaxoyê hat

ev devreya han 6 mehan dom kiriye.
کوردستان TV
100%

Ev devreya han ya leşkerî taybete bi Fermandariya Barzanê.

Îro li akademiya leşkerî ya Zaxoyê merasîmeke taybet bi beşdariya hijmareke rayedarên leşkerî yên Kurdistanê bo dawî hatina 12mîn gera perwerdehiya Fermandariya Barzanê hate organîzekirin.

Ev merasîm bi rawestan bo rêz girtin ji şehîdan destpê kir û pişt re jî bi çend çalakiyên curbicur yên leşkerî dom kir.

Ev devreya han ya leşkerî 6 mehan dom kiriye û di nava 6 mehan de hijmareke zêde leşker di warê leşkerî û siyasî de hatine perwerdekirin û bi dawî hatina devreya han di nava rêzên hêzên pêşmerge de di bin Fermandariya Barzanê de erkên xwe cîhbicîh dikin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.