Danîmarka jî ji Îraqê derket

Serokwezîrê Îraqê jî tekez li ser parastina cîhên dîplomatîkî dike.
کوردستان TV
100%

Balyoz û dîplomatên xwe ji Îraqê derxistiye.

Bertekên li dijî bêrêzî kirin bi quranê didomin û piştî şewitandina balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê, vê carê xwepîşander xwestin êrîşî ser balyozxaneya Danîmarkayê li Bexdayê bikin lê ev êrîşa han ser negirt.

Piştî vê hewldana han, hikûmeta Danîmarkayê ragihand ku, balyoz û tevahiya dîplomatên xwe ji Îraqê vekêşandiye.

Ji aliyeke din ve duhê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî jî li gel hijmareke balyoz û nunerên welatên biyanî li Bexdayê civiya û di civînê de tekez li ser biîsrar bûna hikûmeta Îraqê ya li ser parastina cîh, nuner û karmendên dîplomatîkî yên welatên biyanî kir.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî jiber şewitandina quranê li Swêdê êrîşî ser balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê hate kirin û pişt re jî li Danîmarkayê bûyereke wisa hate dûbarekirin û xelk li Bexdayê hewl da ku, êrîşî ser balyozxaneya Danîmarkayê jî bike.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.