Balyozxaneya Swêdê hate şewitandin

wezareta derve ya Îraqê jî ev bûyera han mehkûm dike.
کوردستان TV
100%

Duhê bişev êrîşî ser balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê hate kirin.

Duhê bişev xelkeke zêde li Bexdayê bi mebesta şermezar kirina hikûmeta Swêdê li hember îzin dan bi şewitandina pirtûkên olî yên pîroz weke Quran,Incîl û Tewratê, li berdem balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê xwepîşandan kir.

Xwepîşander êrîşî ser balyozxaneya Swêdê kirin û agir bi balyozxaneyê berdan û şewitandin.

Îro jî wezareta derve ya Îraqê li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kiriye û ev bûyera han bi tundî mehkûm kiriye û ragihandiye ku, bûyerên bi vê rengî dibin sedema têkçûna asayîşa welat û metirsiyeke mezine bo ser ewlekariya dîplomat û nunerên biyanî.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.