Nêçîrvan Barzanî: Bila îsal sala kameranî be

dibêje em hemû bo niha û pêşeroja gel û welatê xwe dixebitin.
کوردستان TV
100%

Peyamek bo sersala nû ya Koçî belav kiriye.

Îro çarşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jiber hatina sersala nû ya koçî peyameke pîrozbayî pêşkêşî misilmanan kiriye ku, ev jî tekesta vê peyamê ye;

1ê Miherem û sersala nû ya koçî bi germî li tevahiya xuşik û birayên misilman li Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz dikim, hêvî dikim sala nû xêr, xweşî û asûdeyî bo tevahiya mirovatî li gel xwe de bîne û bo tevahiyan bibe sala serkeftin û kameraniyê.

Di vê bîranîna han ya pîroz de tekez li ser parastin û bihêztir kirina çanda bihevre jiyana aştiyane, hev û du qebûl kirin û lêbûrînê di nava tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî yên li Kurdistanê de dikin û tevahiya me bo niha û pêşerojeke baştir bo gel û welatê xwe bihev re kar dikin.

Sersala nû ya koçî li tevahiya we pîroz be her sal bi xweşî

Serokê herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.