Sûriye dibêje leşkerên me birîndar bûne.
Li gor çapemeniya Sûrî îro danê sibê zû careke din balefirên şer yên Îsraîlê êrîşî ser çend cîhan li derdorê Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê kirine.
Çapemeniya Sûrî diyar kiriye ku, di encama vê êrîşa han de çend leşkerên Sûrî birîndar bûne.
Artêşa Sûriyeyê diyar kiriye ku, sîstema berevanî ya esmanî ya Sûrî kariye çend mûşekan pûç bike.
Herwiha çapemeniya Sûrî behsa hebûna zirarên mezin yên madî yên wan êrîşan kiriye.
Heta niha Îsraîl li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin