Temena wan ji 50 zêdetire.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, duhê sêşem rejîma Îranê du welatiyên din yên Kurd li Kirmaşan û Mehabadê darve kiriye.
Hengawê belav kiriye ku, duhê danê sibê li girtîgeha Dîzelabad ya li Kirmaşanê welatiyekî Kurd yê temen 50 sal bi navê Hebîbula Îlxanî xelkê bajarokê Nûdişe ji aliyê dadgehê ve hatiye darvekirin.
Her duhê li girtîgeha Mehabadê welatiyekî din yê Kurd yê temen 50 sal bi navê Qasim Seyid Huseynî jî ji aliyê dadgeha rejîma Îranê ve hatiye îdamkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin