Civîna Nêçîrvan Barzanî û Eliyev destpê kir

Kurdistan û Azerbayican têkiliyên xwe bihêztir dikin.
کوردستان TV
100%

Kêliyek beriya niha Nêçîrvan Barzanî gehêşte Koşka Serokkomarî li Bakûyê.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî ber bi Azerbayicanê ve birêket û li balefirxaneya navnetewî ya Bakûyê ji aliyê Cîgirê Serokkomarê Azerbayicanê ve hate pêşwazîkirin.

Piştî merasîma pêşwazîkirinê, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ber bi koşka Serokkomarî ve birêket û ji aliyê Serokê Azerbayicanê Îlham Eliyev ve hate pêşwazîkirin.

Di civînê de vê giftûgo li ser têkiliyên navbera Kurdistan û Azerbayicanê û çawetiya berfiretir kirina wan têkiliyan û rêkarên vekirina Konsulusxaneya Azerbayicanê li Hewlêrê were kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.