Wezîrê derve yê Îsraîlê li gel rayedarekî welatekî îslamî civiyaye

dibêje ev welatê îslamî cîranê welatên Kendavê ye.
کوردستان TV
100%

Civîn li Keniyayê hatiye lidarxistin.

Li gor nûçeyeke kanala El Erebiye Elcedîde, duhê li Nayrobiya paytexta Kenyayê wezîrê derve yê Îsraîlê Ali Kuhn li gel rayedarekî mezin yê welateke Îsalmî civiyaye.

Her çend çavkanî behsa navê vê welatî nekiriye lê eşkere kiriye ku, ev welat cîranê welatên Kendavê ye û civîn jî bi nihênî hatiye lidarxistin.

Ali Kuhn di çarçoveya serdana xwe ya bo Kenyayê de vê li gel rayedarên hijmareke zêde ji welatên Efrîqayî bicive û hewl dide têkiliyên navbera Îsraîl û welatên Efrîqî bihêztir bike.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.