Dibêje eger mercên Rûsyeyê werin qebûlkirin mimkune were vekirin.
Derbarê rêkeftina vekirina kirîdora henarde kirina genim û hibûbatên Ukraynî bo bazarên cîhanî yaku, îro bi dawî hat, Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov daxuyanî da.
Peskov ragihand ku, îro ev rêkeftina han bi dawî hatiye û heta mercên Rûsyeyê neyên qebûlkirin bi ti awayî rêkeftineke nû li ser vê mijarê nayê îmzekirin.
Weke tê zanîn Tirkiye jî bo îmze kirina rêkeftineke nû li bendêye Putin serdana Tirkiyeyê bike lê Rûsye jî dibêje heta niha di nava bernameya Putin de tişteke wisa tuneye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin