Duhê bişev li Raniyeyê hatiye girtin.
Asayîşa Raperînê belav kiriye ku, duhê bişev di operasiyonekê de hêzên wan karîne, bikujê zarokekî 8 salî yê Rojavayê Kurdistanê li Raniyeyê binçav bikin.
Di daxuyaniya asayîşê de hatiye diyarkirin ku, tawanbarê temen 21 sal, ev zarokê 8 salî bi hinceta kirîna tiştan ji mal biriye derê lê dema venegeriyaye bavê wî li asayîşê doz vekiriye û hêzên asayîşê jî piştî kom kirina zaniyariyan karîne hem tawanbar binçav bikin û him jî cenazeyê zarokê 8 salî li qontarê çiyayê Hencîre ya li Raniyeyê bibînin.
piştî lêkolînan derketiye ku, ev zarokê 8 salî ji aliyê bikujve bi kêran hatiye kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin