Amerîka balefirên F16 dişîne kendavê

hijmara F16ên ku, têne şandin nehatiye eşkerekirin.
کوردستان TV
100%

Bo parastina ewlekariyê li tengav Hormozê têne şandin.

Rayedarekî wezareta berevanî ya Amerîkayê ragihandiye ku, di dawiya vê hefteyê de Amerîka bi mebesta parastina ewlekariya tengava Hormozê hijmareke zêde balefirên xwe yên F16 dişîne kendavê.

Wî rayedarê eşkere kiriye ku, ev balefirên han bo bihêztir kirina fîloya A10an ya Amerîkayê yaku, li deverê ewlekariya tengava Hormozê diparêze têne şandin.

Weke tê zanîn 1 li ser 5 ji petrola cîhanê bi rêya keştiyan bi rêya tengava Hormozê re tê henardekirin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.