Hewldanên cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê berdewamin

dibêje xizmetgozarî û ewlekariya deverê jî tê dabînkirin.
کوردستان TV
100%

Pêngava yekem vegera awareyane.

Cîgirê Parêzgarê Nenovayê Refet Simo Reşo ragihand ku, zirarmendên yekem yên êrîşên DIŞIê welatiyên Êzidîne û Êzidî jiber êrîşên DIŞIê rastî komkujî û karesatên mezin hatine û heta niha jî bandorên wan karesat û komkujiyan mane.

Refet Simo Reşo diyar kiriye ku, niha hewldanên gelek cidî hene ku, di demeke nêz de rêkeftina Şingalê were cîhbicîhkirin û bo vê yekê jî yekem pêngav vegera şêniyên awarebûyî yên Şingalê ye bo Şingalê.

Reşo behsa xizmetgozariyên seretayî û dabîn kirina ewlekariya deverê jî kiriye û gotiye pêngavên pêwîst bo dabîn kirina xizmetgozariyan û ewlekariyê li deverê de didomin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.