Hijmara şêniyên Kurdistanê ber bi 8 miliyoan ve diçe

hijmara şêniyên cîhanê jî gehêştiye 8 miliyar kesan.
کوردستان TV
100%

Desteya amarê daxuyaniyek belav kiriye.

Desteya amarê ya ser bi wezareta plandanînê ya hikûmeta Kurdistanê derbarê hijmara wan kesên ku, niha li herêma Kurdistanê de dijîn raportek belav kiriye.

Di raportê de hatiye diyarkirin ku, niha li herêma Kurdistanê tevî welatiyên Kurdistanê û aware û koçberan bi giştî 7 miliyon û 500 hezar kes dijîn.

Di raportê de hatiye diyarkirin ku, hijmara şêniyên Kurdistanê bêyî aware û penaberan 6 miliyon û 556 hezar û 751 kese. 3 miliyon û 296 hezar û 240 ji wan zilamin û 3 miliyon û 260 hezar û 240 kesên din jî jinin.

Ji aliyeke din ve çapemeniya cîhanî jî duhê belav kiriye ku, hijmara şêniyên cîhanê bi giştî gehêştiye 8 miliyar kesan.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.