3 welatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatine girtin

heta niha sedema girtina wan nehatiye diyarkirin.
کوردستان TV
100%

Her sê xelkê bajarê Pîranşarê ne.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê hêzên rejîma Îranê li bajarê Pîranşarê operasiyonek li dijî welatiyên Kurd lidar xistine.

Di encama vê operasiyona han de sê welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê ve hatine girtin.

Heta niha sedema girtina wan welatiyan nehatiye eşkere kirin û îtlaata rejîma Îranê di dema binçav kirina wan welatiyan de eşkence li wan jî kiriye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.