Ciwanekî Kurd bi eşkence kirinê hat qetil kirin

beriya 14 rojan ji aliyê îtlaatê ve hatibû girtin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê ciwanekî Kurd bi navê Peyman Golwanî ku, xelkê Mehabadê ye, piştî 14 rojan ji girtina xwe, di girtîgehê de bi eşkence kirinê hatiye kuştin.

Golwanî li girtîgeha Urmiyeyê ji aliyê îtlaata rejîma Îranê ve hatiye eşkencekirin û jiber eşkenceyê bêhiş ketiye û heta gehandine nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Hengawê belav kiriye ku, tenê xuşika Peyman kariye wî bibîne û gotiye ser, dem û çav û laşê birayê vê jiber eşkence kirinê şîn û mor bûye,

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.